Dosya

PKKê du pêşmergeyên PDKÎ şehîd kir

PKKê li Keleşînê êrîşê pêşmergeyên PDKî kir

Li gora daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê vê sibehê çekdarên PKKê êrîşê pêşmergeyên wan kirine û heta niha du pêşmerge şehîd bûne.

Berdevkê PDKÎ di daxuyaniyekî de got: PKK eve çend rojek bû hinek pêşmergeyê me dorpêç kirîbû. Naxwesta ew bikevin xaka Kurdistana Rojhilat û şerê rejima Îranê bikin.

Bedevkê PDKÎ dibêje, me gelek hewldan kir ku bi rêya diplomasî û hevdîtina vê pirsê çareser bikin, lê PKKê xwe nêzikî çareseriyê nekir û ji dûrê hemû prensibê netewî êrîşê me kir.

Herweha PDKÎ dibêje; Emê mafê xwe yê bergiriyê bi kar bînin.

Pkk bi israr dixwaze pêşmergeyên PDKÎ ji herêmê derkevin. PDKÎ bangî hemû partiyên Kurdistanî dikin ku midaxeleyê vê bûyerê bikin da ku şerek birakujî çênebe. Herweha PDKÎ bangî desthilatdariya Kurdistanî dike ku vê eîşa PKKê bide sekinandin.

Back to top button