Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Li Hewlêrê Seredana PSKê Kir.Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Özçelik li gel endamê Komîteya Bireveberîya Navendîya PAKê rêzdar Orhan Kaya îro(23.05.2015) li Hewlêrê seredana nûnertîya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK) kir.Heyeta PAKê ji alîyê Sekreterê Giştî yê PSKê rêzdar Mesûd Tek û Nûnerê PSKê li Dihokê rêzdar Welî Colemergî ve bi germî hate pêşwazîkirin.Heyeta PAKê û PSKê di derbarê rûdanên her çar perçeyên Kurdistanê ,Tirkîyê û herêm de bîr û rayên xwe bilêv kirin.Herweha herdu heyetan di derbarê hilbijartinê 7ê hezîranê, pêvajoya piştî hilbijartinan, yekitiya neteweyî ya li bakurê Kurdistanê û xurt kirina xeta azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî de fikrên xwe bi hevdu re parve kirin.Heyeta PAKê û PSKê jibo geş kirina têkiliyên herdu alîyan hemfikir bûn. Hevdîtin di atmosfereke germ û dostane derbas bû.23.05.2015Buroya Çapemenî û Ragehendinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: