Cîhan

Amerîka: Arteşa Îraqê îradeya şerkirinê nîne

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, arteşa Îraqê îradeya şerê rêxistina terorîstiya DAÎŞê nîne û nikare bi hêsanî deverên di bin destê DAÎŞ de rizgar bike.Aşton Karter wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe de digel kanal CNN dibêje yek ji sedemên ketina bajarê Rumadî û vekişîna leşkerê Îraqê ji bajêr lawaziya û bêîradeyîya arteşa Îraqê bûye û di vî şerî de xuya bû ku îraqî li hember şerê dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ bê îrade ne.Karter dibêje ku li Rumadî hijmara leşkerên îraqî gelek ji ya çekdarên DAÎŞ zêdetir bû, ”lê tevî vê jî leşkerê Îraqê şikest, sengerên xwe çol kirin û çekdarên terorîst bajêr xist bin kontrola xwe.”Wezîrê parastinê yê Amerîkayê di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, Amerîka dikare arteşa Îraqê pirçek bike, perwerde bike lê nikare îrdeya şerkirinê li dijî DAÎŞ pê bide.

Back to top button