Polîtîk

PDKê bingeha dewletbûnê daniye

Berpirsê Şaxa 10 ya PDKê li Soran Elî Ewnî dibêje, PDK bû ku li Bexdayê şerê mafê gelê Kurdistanê kir, xelkê Kurdistanê jî vê yekê dizanin, lewma dê dengê xwe bidin lîsta PDKê, lewma jî dê li Kurdistanê bi awayekî giştî û li Soran bi taybetî dê dengên PDKê gelekî zêde bibin.Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li her cihekî ku PDK deselatdar be, li wî cihê ewlehî û aramî û avedanî û pêşkeftin heye. Xebata PDKê têkoşan e ji bo serxwebûna Kurdistanê. PDKê bingeha dewletî daniye û bi serbilindî şerê DAIŞê derbas kir.”Ewnî wiha got: “PDK bû ku li Bexdayê şerê mafê gelê Kurdistanê kir, xelkê Kurdistanê jî vê yekê dizanin, lewma dê dengê xwe bidin lîsta PDKê, lewma jî dê li Kurdistanê bi awayekî giştî û li Soran bi taybetî dê dengên PDKê gelekî zêde bibin. Ji bo ku doza rewa ya Kurdî û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bihêz be, divê PDK bihêz be.”

Back to top button