
Serok Barzani roja 02.05.2018 li Selaheddîn pêşwaziya Îrec Mescidî Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê kir.Li hevdîtinê de peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser çaremîn konferansa pêşxistina peywendiyên aboriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê ku li bajarê Hewlêrê hate sazkirin û bi hengavekî girîng û serkeftî da zanîn ku dibê sedema bi hêztirbûna peywendiyên aboriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê.Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.Hêjayî gotinêye li vê civînê de Murteza Ebadî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê amadebû.


