Platforma Kurdistanî serdana HUDA-PARê kir
Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Hereketa Azadî), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina ragihandin. Piştî ragihandina Tifaqê, serokê serdana HUDA – PARê kirin û ji aliyê serokê HUDA-PARê Zekeriya Yazipicioglu ve hatin pêşwazî kirin.Di derbarê vê serdanê de serokê PAKê Mustefa Ozçelik got: “Me li ser navê tifaqê nameyek radestî serokê Giştî yê HUDAPARê kir.Di nameyê de me prensîbên xwe yên siyasî ji bo tifaqa hilbijartinê pêşkêşî wan kir. Me got HUDAPAR û HDP jî tê de em dixwazin li ser van prensîban bi dor û bereke berfireh tifaqekê pêk bînin. Birêz Yapicioglu spasiya me kir û got zemîna tifaqeke berfireh heye. Em dê vê pêşniyarîya we di nav xwe de binirxînin.”Biryare ku roja Înê 4.4.2018ê berpirsên Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina serdana HDPê jî bikin.