Polîtîk

PDK û YNKê li hev dikin

Berdevkê YNK Seidî Pîre naveroka civîna PDK û YNKê di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir.

Di axvtina xwe de Pîre got: Piştî guftûgoyên şanda bilind a PDK û YNKê li ser pêngavên kirdarî bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, me lihev kir ku di rojên bê de komîta nivîsandina projeyên siyasî dest bi kar bike û heta navîna hefteya dahatî de projeya siyasî û kerê hevbeş amade bikin û dibin her du polîtburoyan ji bo rêkeftin li ser bê kirin.

Ew reşnivîsa siyasî jî diyarkirina çarçoveya karê bi hev re ya YNK û PDKê di çarçova hikûmeta Herêma Kurdistanê de û pênaseya rastî ya hevbeşiyê dike û di warên abor, bazirganî, darayî, petrol û wize, bergîrî û Pêşmerge û awayê tevgera wan de ye. Ew reng dide li ser ewlehî û hikûmraniyê ji Zaxo û heta Xaneqînê. Herwiha reng dide li ser pêwendiyên dîplomasî û navdewletî.

Berdewamiya axvtina xwe de berdevkê YNKÊ dibêje: Di civînê de biryar hat dayîn roja 18ê Sibatê Parlemantoya Kurdistanê bicive û herwiha di heman rojê de jî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive.

PDK û YNKê hewl didin pirsgirêkên Bexdayê jî bêne çareserkirin û parêzgarek ji bo Kerkûkê bê diyarkirin.

 

Back to top button