Polîtîk

PDK û Goran civiyan

Civîneke hevbeş di navbera heyeteke Serkêrdatiya partiya demokrata Kurdistanê û tevgera Goranê de hate pêkanîn û çendîn mesele di vê civîna han de hatin gotubêjkirin.

Di civînê de bi awayekî vekirî behsa pêvendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Goranê de û herwiha çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî û ev metrisiyên ku, dibin sedema bihêztir kirina pêvendiyên navbera her du aliyan jî hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasiya Îraq û Kurdistanê jî hate kirin û her du alî di vê derbarê de tekez li ser afrandina derfeteke baş bo pêşde birina prosesa siyasî ya Kurdistan û Îraqê kirin.

Di dawiya vê civîna han de her du alî tekez li ser vê yekê jî kirin ku, pêwîste di amadekirina steratejiya Kurdistanê a li hember bûyerên siyasî yên li Deverê li ser esasê nîştimanî û netewî kirin.

 

 

 

Back to top button