Polîtîk

Mesrur Barzanî serdana Kuwêt kir

Mesrûr Barzanî şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya netewî a Kurdistanê bi serdanake fermî li ser wexandina Rayedarên Kuwaitê serdana vê welatî kir û ji aliyê Mîrê Kuwaitê Şêx Sebah Ehmed Cabir Subah ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa Deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Kuwaitê de jî hatin nirxandin û her du alî behsa çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han kirin.

Her di vê hevdîtina han de Mîrê Kuwaitê behsa rola Serok Barzanî ya li Îraq û Deverê de kir û ev rola han bi roleke girîng û sereke wesif kir.

Her di çarçoweya vê serdana han de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê ji aliyê Cîgirê Mîrê Kuwaitê Newaf Ehmed Elcabir Elsubah ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de her du alî behsa peyvendiyên dostantî yên di navbera Kurdistan û Kuwaitê de kirin û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.

Back to top button