Polîtîk

Pilana YNK,Goran û Iranê li dijî PDKê

 

Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê heftiya çûyî bi otomobîleke taybetî a Celal Talebanî û li gor pilaneke gelek nihênî çûye Qelaçolan û li wir digel Celal Talebanî û fermandarê sopayê Qudis a Îranê civiyaye.

Li gor rojnameya Awêne ku, ji başûrê Kurdistanê weşna xwe dike, piştî roja 24ê îlonê Newşêrwan Mistefa serokê Goran û Celal Talebanî sekreterê YNK civyayîn, rojekê piştî civîna 24 îlonê, careke din Newşêrwan Mistefa û Celal Talebanî digel Qasim Silêmanî fermandarê sopayê Qudis a Îranê li Qelaçolan civiyane.

Malpera NRT jî rastiya vê civînê piştrast dike û dinivîser ku, ji çavkaniyên bawerpêkirî ji malpera wan re gotiye ku, Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê bi otomobîleke sekretariya Celal Talebanî û li gor pilaneke gelek nihênî çûye Qelaçolan û li wir digel Celal Talebanî û fermandarê sopayê Qudis a Îranê civiyaye.

Weke tê zanîn piştî vî civîna sêalî a di navbera Celal Talebanî, Newşêrwan Mistefa û Qasim Silêmnî, duhî wezîrê bergiriyê yê Îranê serdana Bexdayê kir û digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê civiya. Wezîrê bergiriyê yê Îranê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku, bi rêya Îraqê çekî ji Îranê bigehînin hikûmeta Suriyeyê. 

Tê gotin ku, serdana Qasim Silêmnaî feramdarê Sopayê Qudis bo Qelaçolan û civîna digel Neşêrwan Mistefa û Celal Talebanî û serdana wezîrê bergiriyê yê Îranê bo Bexdayê û civîn adigel Nurî Malikî pêşwext pilan bo hatiye danan û Îranê dixwaze Îraq û herêma Kurdistanê alîkariya rijêma surî bikin û beryekî li dijî PDK ku, alîkariya kurdên rojava û gelên surî dike, ava bikin.

 

Back to top button