Berpirsê kuştina 13 leşkeran jî fermandarek e
Li gor ragihandina malpera xeberenkurdi.comê, leşkerek bi navê Mucahîd Gediklî ku wê demê leşkeriya xwe li Farqînê dikir îfade daye ku kuştina 13 leşkeran ji ber bêtevdîriya Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Tuxgeneral Ünal Karaosmanoğlu pêk hatiye. Gotiye ku helikopter dereng hatiye, esker westiyayabûn û pir tihn jî bûbûn.
Ayşe Aydına dayika leşkerekê ku canê xwe di bûyerê de wenda kiriye jî, doz li Fermandar Ünal Karaosmanoğlu vekiriye.
Çewa tê zanîn, roja 14ê Tîrmeha 2011an 13 leşker li navçeya Farqîna Diyarbekirê hatibûne kuûtin û 7 leşker jî birîndar bûbûn. Ev bûyer jî weke hin bûyerên din di tariyê de maye û hêjî zelal nebûye ka ew leşker ji aliyê PKKê ve yan ji aliyê helîkoptera leşkerî ve hatine kuştin.
Derbarê bûyerê de doz hatiye vekirin û Albay Mehmet Toprak, Fermandarê Taburê Bînbaşî Milbay Şahîn, Fermandarê Yekîneyê Sertexmen M. Emin Karayüz û Sertexmen Necmettin Erdoğan bi awayê negirtî têne dadgehkirin.
Şahidê bûyerê Mücahit Gedikli fermandar tuxgeneral Ünal Karaosmanoğlu suçdar kiriye û gotiye: ”Eger em li kozikeke din bi cih bibûna, me dê pêşî li PKKyîyan girtiba”
03 10 2012
Roeva Kurd/ Amed