Polîtîk

PDK tawanên PKKê li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike

Fraksiyona PDKê di parlementoya Kurdistanê de di derbarê helwesta  PKKê de û kiryarên vê rêxistinê li Rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya kurdistanê ragihand.  PDK di daxûyaniya xwe de dibêje:PKK ji bilî îdeolojiya xwe mafê jiyanê nade kesekî din.Daxûyanî:Cemawerên ezîz ên  KurdistanêMixabin berdewamiya siyaseta PKKê ya totalîter ya li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar û bi eşkere her dengek ku li derveyî deng û siyaset û îdeolojiya wan be, dijayetiya wî dikin û wî dengî qut dikin.Ji ber vê yekê jî niha  zindanên wan tejî mirovên azadîxwaz bûne. Şaxa PKKê li Rojavayê Kurdistanê û wek berdewamiya siyaseta xwe ya totalîter a, li bajarên Rojavayê Kurdistanê êrişî ser ofîsên ENKSê kirin û ew ofîs girtin. Li hinek navedên ENKSê dilê wan bi girtinê rehet nebû û ew cih talan kirin û şewitandin û heta niha jî ew êrişa wan berdewam e. Ji ber ku endamên ENKSê dest ji baweriyên xwe û ji pêşmergayetiyê bernadin, rastî wan êrişan û gefên kuştinê û herwiha binê zindanan tên.”Ev siyaseta PKKê 2 sedem li pişt in; Yekem: Derketina rûyê metirsîdar ê îdeolojiya PKKê, ku li ser bengeha totalîter a wê siyasetê distîne.Duyem: Sernekeftina projeya wan a siyasî li Rojavayê Kurdistanê û veşartina wê şikestinê bi êrişa ser wan aliyên siyasî yên ku wek PKKê hizir nakin.Em weke Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, ji bilî şermezarkirina wê tawana PKKê, herwiha em wan agahdar jî dikin, ku dest ji cîbicîkirina siyaseta tirsandina xelkê bînin û ji wê zêdetir şermezarî û rûreşiya dîrokî ji xwe re tomar nekin, çimkî cîbicîkirina ew viyan û siyasetên wisa, ji serşorî û şermezariyê zêdetir tiştekî din jê şîn nabe û di dawiyê de jî dê bikevne ber xezeba gel.PKKê li Herêma Kurdistanê, ji ber dagîrkirina 515 gundan, ku 304 ji wan li parêzgeha Duhokê û 177 gund li parêzgeha Hewlêrê û 34 gund li parêzgeha Silêaniyê ne, bûye sedema kawilkariya wan gundan û ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye weke pêwîst xizmetguzariyên pêwîst ji wan re dabîn bike, ji ber wê jî ew dagîrkarî jî ne tenê binpêkirinek li hember serweriya Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê ye, belku tawanek jî li dijî hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û gundnişînan bi taybet ye û rêgirî li hember proseya avedankirina welat e. Ji ber wê baştirîn rê ev e ku herî zû Herêma Kurdistanê biterkînin.Di dawiya vê daxuyaniyê de jî hatiye gotin: “Ezmûna çend salên bihorî selimandiye, ku PKK li her cihekî be, ji bilî wê ku nikare li gel ti kes û aliyekê li hev bike û keseskî din qebûl nake, belku bi hemû hêza xwe jî hewla têkdana dirûşta jiyana welatiyên jî dide û rêgiriyê li avedankirinê jî dike”.Firaksyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê15ê Adarê 2017e

Back to top button