PDK-T li Sêrtê vebû

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDK-T) şaxê xwe yê bajarê Sêrtê vekir.

Piştî biryara serdozerê dadgeha bilind a Tirkiye, PDK-T dest vekirina şaxên xwe li deverên din yên Kurdistanê kir. Wek tê zanîn ji berî niha li Diyarbekir PDK-T ofisa xwe vekirîbû.

Niha jî piştî Diyarbekirê yekem car li Sêrtê avahiyek di nava bajêr de ofîsa partiyê ya Sêrtê vekirin. Dema mirov dikeve nava bajarê Sêrtê, piştî peykerê Ataturk bnaya herê mezin de lewha PDK-T dikeve li ber çavê mirov . Ev yek li Sêrtê tiştek nûye.

Ji berî niha Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Sêrtê Komeleya xwe vekirîbûn. Niha jî PDK-T hate vekirin. Hêdî behna Kurditiyê li Sêrtê tê.

Wek din vekirina PDK-T li Sêrtê xedî nirxek din yê taybetiye. Damezirê PDK-T Emerê Şebab (Omer Turhan) ji Sêrtêye û Sêrtê cihek ji wan bo ku sala 1965ê PDK-T dest rêxistinê kirîbû.

Niha bi vê vekirinê rûhêşehîd Emerê Şebab jî şad bûye.

Nêrînek

  1. WELAT Û GELÊ ME Û ROJHİLATA NAVÎN HEYE PENÇ HEZAR SAL DİBİN DARÊ ZİLMÊ DE YE,NÛJEN JÎYANEKE NÛ DEST PÊ BÛYE,Dİ VÊ NÛBÛNTÎYÊ PDK-T'YE VEBÛNA WÊ Lİ AMED,Lİ BAJARÊ SÊRT'TE GELEK PÎROZE,DİVÊ TEZGEH Û KOMEL Û PARTÎYÊ KURDA Dİ WARÊ NETEWÎ Û DEMOQRASÎYÊ DE XWA N^BİKİN Û DEST BİDİN HEVDÛ JİBON AVAKİRİNA WELAT Û MİROVANTÎYÊ,BRADERÊ SERTÊ EN PDK-T'YE ÊN AVAKİR MALAWA AVABÊ SERKEFTİN JİBON WE..SİLAV Û RÊZ

Nerîna min :