Polîtîk

PDK sibê polîtburoyê dihilbijêre

Li gor wan zaniyariyên bi dest malpera me ketine, sibê 23.01.2011ê dê civata nû ya serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî serokê Partiyê li Selahedînê bicive û di civvînê de polîtburoya nû hilbijêre.
PDK di roja 11ê çileya pêşîn de kongreyê xwe yê 13ê li Hewlêrê saz kir bû û di kongireyê de 51 kes bo serokatiya PDK hatin hilbijartin.

Di civîna çend roj berê de 10 endamên kevin yên polîtburoya PDK bi biryara serokê Patiyê careke din weke endamên polîburoyê hatin destnîşan kirin.

Di civîna sibê de dê 7 endamên nû bi hilbijartin bo polîtburoya PDK bên hilbijartin û bi vî awayî û li gor birayar kongreya 13 dê endamên polîtburoyê bibin 17 endam.

Back to top button