Polîtîk

Hewlêr û Bexdayê li hev kir

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî  di çarçoveyê merasima vekirina lokala Sendîkaya Dixtorên Kurdistanê li bajarê Silêmaniya de, di daxuyaniyekê de bo çapameniyê behsa encamên sefera xwe ya bo bexdayê û civînên bi Malkî serokwezîrê Îraqê û mezine berpirsên din yên hikûmeta Îraqê kir û got:

– Me rêkeftinên baş di warê neftê de di navbera Hewlêr p bexdayê de îmaza kirin. Me, di civînên digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê de, gelek pirsgirêk çareser kirin. Bi taybetî di warê neftê de pêşketênên baş me bidest xistin.

– Peymaneke baş di navbera wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê û wezareta patrolê ya hikûmeta Îraqê de hat îmza kirin. Li gor wê peymanê dê di meha şiwata îsal de nefta Kurdistanê ji bo derve bê hinartin. Hinartina neftê bo derve dê li gor destûra Îraqê be û dahatiniyê wê dê biçe xizîneya Îraqê û dê paşî bi ser hemû Îraqê, digel herêma Kurdistanê de bê dabeş kirin.

– Li gor wê peymana di navbera wezareta samanên xwezayî ya herêma kurdistanê û wezareta patrolê ya hikûmeta Îraqê de hatiye îmza kiirn, dê pereyê hemû şirket û kompnaiyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin bê dayîn, ev yek jî pêngaveke gelek giringe.

Serokê hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji çapemeniyê re got ku di navbera Bexda û Hewlêrê atmosferkî baş heye û lihevtêgihiştin jî dirist bûye.
Salih got ku ya giring cîibîkirina wan rêkeftinameyan e ku dê xizmeta tevaya xelkê Îraqê û herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button