Cîhan

Ji % 99 dixwazin Başûrê Sudan serbixwe be

Li Sudan piştî şerê salên berê yên di navbera bakur û başûr de, êdî serxwebûna başûr nêzîk e. Gerek encamên dawî yên referanduma ku li Sûdanê çê bû, di meha bihê de dîyar bibin.

Cihgirê serokê komisiyona hilbijartinan Çan Rik Madot – ku ew bi xwe jî başûrî ye – ji Reuters re ragihand, ku wan dizanî dê encam weha be û ev encama destpêkê, dê her wek xwe bimîne, bêtir bibe û kêmtir nebe.

Berpirsekî Partîya Kongireya Niştimanî ya desthilatdar a Sûdanî yê bi navê Rebî Ebdulatî jî got, ku ew dizanin serxwebûn hatiye hilbijartin û ew niha, kar ji bo dîyarkirina sînorê navbera herdu welatan dikin.

Back to top button