Di kuştina Cem Erseverê de fotografên nû derket holê
Di derbarê kuştina berpirsyarê JİTEM’ê Ahmet Cem Erseverê de fotografên nû derket holê.
Di 17 salên derbasbuyiyê de kuştina Ahmet Cem Ersever nehatiye zelal kirin. Cem Ersever di salên 90’î de li Kurdistanê berpirsyarekî JİTEM’ê bû. Lê dema ku xwest li ser JİTEM û kuştinên faîlê nediyarê daxuyaniyekî bide ji aliyê hêzên tariyê ve hatîbû kuştin
Di wê demê de îdiayek li ser kuştina Ersever hebû. Ersever ji aliyê Yeşîlê ve hatîbû lêpirsîyarkirin û dû re jî termê wî li Elmedaxê hatîbû dîtin. Di wan rojan de gelek nûçeyên li ser kuştina Ersever hebû û hemiya wan jî
Duhênî dimenên cihê bûyerê û termê Ersever derket holê. Di dimenan de her du destê Ersever li pêşiya xwe hatine girêdan. Di dîmenan de jî xuya dibe ku Ersever ji serê xwe derbên gule xwariye û her du gulê jî ji ruyê wî derketine.
Di fotografê de jî xuya dibe ciwalek li ber Ersever heye.