23'ê Rêbendan
23’ê Rêbendan
Di sala 1923’an û di rojekî wekê îroyê de Şandeyek Îngîlîzî Lord Palmur ji Konferansa Lozanê re beyannameyek li ser Demografyayê bajarê Musilê da.
Di beyannameyê Lord Palmurê de jî xuya dikir ku Musil bajarekî Kurd e. Di wan salan de Îngîlîzan li herêmê desthilatdar bûn û ji berê ya Konferansa Lozanê li herêmê li ser gelek xalan lêkolînên xwe kirîbûn.
Berpirsyarên Îngîlîz bi rêya serjimartinê nifusên li her aliyê herêmê bidestxistîbûn. Îngîlîzan bi wan belgeyan di Konferansa Lozanê de welatê herî bitedarîk bûn.
Di heman demê de Îsmet Înonu jî raportek amadekirîbû û li gor raporte Îsmet Înonu jî bi awayekî eşkere xûya bûbû ku Musil bajarekî Kurd e.
Li gor girtenameya Konferansa Lozanê nifusa bajarê Musil wiha bû:
Li gor raporta Lord Palmurê (23’ê Rêbendana sala 1923)
Kurd
452 720
Ereb
185 763
Tirk
62 895
Xrîstiyan
62 225
Cihû
16 865
Bi giştî
785 468
Li gor raporta Heyeta Tirk (23’ê Rêbendana sala 1923)
Kurd
263 830
Tirk
146 960
Ereb
43 210
Ji xeynî Moselmanan
31 000
Bi giştî
503 000