PDK pîngavên girîng tavêje
Serokê Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) ragehand ku, civîna wan ligel Komela Islamî ya Kurdistanê gelek zelal û aşkere bû,her du aliyan jî tekez li ser çareserkirina pirsan bi rêya lihevkirinê kirine.Piştî bidawîhatina civîna ligel Komela Islamî ya Kurdistanê îro Duşemê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr konferensekî rojnamevanî lidarxistin.Destpêkê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, dê hevdîtinên PDK ligel aliyên din ên siyasî berdewam bin û got: “Tiştê ku me destpêkiriye, axeftin li ser hemû babetan bû, lê divê bê zann ku ne PDK bi tenê wê van arîşeyan çareser bike, lêbelê erkê hemû aliyane. PDK jî çend pêngavên girîng di vê derbarê de avêtine.”Barzanî tekez kir ku, pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ne tenê pirsa PDK ye, lêbelê ya tevaya aliyên siyasî ye, divê tevaya aliyên siyasî jî li ser çareserkirina arîşeyan û çawaniya wê çareseriyê rêkevin.Herwiha Barzanî tekez li ser helwetsa PDK, bi pêwîstiya çareserkirina arîşeyan bi rêya lihevkirinê kir.Hevdem Emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê Elî Bapîr ragehand ku, di civîna ligel şandeya PDK, ew li ser prensîpa lihevkirinê yek nêrîn bûn û got: “Em derbarê pirsa destûr û serokatiya herêmê axivîn, di baweriya me de divê rewşek taybet ji lihevkirinê re bê peudakirin, hêvîdarin bi vê pêngava PDK di nêzîktirîn derfet de emê bighin rêkeftinekê.”Derbarê helwesta Komela Islamî ya Kurdistanê, Elî Baprî got ku re dê piştire di civîna serkirdayetiyê wê pirsê gotûbêj bikin.