Polîtîk

Îtalya nûnertiya xwe ya Kurdistanê bilind dike

Roja dûşem 06.07.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marko Karnêlos Balyozê Îtalya li Iraqa Federal kir. Di hevdîtinê de Balyozê Îtalya li Iraqa Federal pêzanînên xwe hebû ji bo wan pêşketin û geşbûna ku li Herêma Kurdistanê da heye û spasî gelê Kurdistanê jî kir ku hejmarekî gelek zêdeyê penaberan li xwe girtiye. Her wiha tekez jî li pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê ya li warê siyasî û aborî û şûnewar kir. Balyozê Îtalya li Iraqa Federal Serok Barzanî jî ji biryara welatê xwe agahdar kir ku di demeke nêzîk da asta nûnerayetiya Îtalya bi Konsolxaneya Giştî bilind dike. Her wiha pabendbûna welatê xwe jî li berdewambûna alîkariyên serbazî û rahênana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevkariyên miroviyên ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpatkir. Li beranber da Serok Barzanî hêviya serketinê ji bo Balyozê Îtalya li encamdana erk û karên wan de xwest û her wiha spasî Hikûmet û gelê Îtalya jî kir ku hevkariyê pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine û amadehiya tevahiya Herêma Kurdistanê jî ji bo berfirehtir kirina peywendiyan û karê hevbeşa her dû aliyan yên li warê aborî û siyasî û şûnewaran da ragihand. Her wiha Serok Barzanî ji bo biryara vekirina Konsolxaneya Giştî li bajarê Hewlêrê destxweşiyê li Hikûmeta Îtalya kir. Behskirina rewşa siyasî û emniya Iraqê û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û jiyan û guzeraniya koçberan mijareke dinê vê kombûnê bû.

Back to top button