
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi lîsteya hejmar (197) beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Kerkûk, Neynewa û Diyalayê dibe.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo diyarkirina hejmara lîsteyên hevpeymaniyan, partiyan û namzetên serbixwe, tîrûpişk avêt û di encamê de hejmara (197) bû para lîsta PDKê.
PDK dê li parêzgehên Kerkûk, Neynewa û Diyalayê bi lîsteya xwe dê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bibe, ku ji sala 2005an ve yekem car li Kerkûkê dê were kirin.
Biryar e Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) di 18ê Berçileya 2023an de li bên kirin û mafê dengdanê ji bi 23 milyon û 367 hezar û 81 kesan heye.
Li parêzgeha Kerkûkê çend hevpeymanî dê hevrikiyê li 15 kursiyên encumenê bikin û Kurd jî dê bi çend lîste û hevpeymaniyên cuda beşdarî hilbijartinan bibin.
Ji bilî lîsta PDKê, YNK û Partiya Komûnîst hevpeymaniyek bi navê (Kerkûk, Hêz û Îradeya me) pêk anîye, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadwerî jî hevpeymaniyek bi navê (Meşxela Kerkûkê) ava kirine.
Di hilbijartinên sala 2005ê de, partiyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê bi lîsta Biratiya Kerkûkê beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bûn û ji 41 kursiyan, 26 kursî wek lîsteya yekem a Kerkûkê bidest xistin.