
Derbarê bangewaziyên “Destûra Bingehîn a nû” de serokê Parêzgeha Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin jî axivî û got: “Li Tirkiyê pêwîstiya her kesî bi Destûra Bingehîn heye. Pêdiviya me bi destûreke nû, sivîl, demokratîk, piralî heye. Lê ya herî zêde pêwîstiya Kurda destûrek nî heye. “
Serokê Parêzgeha Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin derbarê pirsgirêka Kurd de nirxandinan kir.
Aydin got, “Em weke Kurdên li vê erdnîgariyê dijîn, me nedikarî xwe weke Kurd îfade bikinme nikariya bêjin em Kurd im û hesreta televizyoneke Kurdî jî hebû, lê tevî hemû astengên nijadperestan Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan hinek gav avêtin.”
Berdewamiya axaftina xwe de Aydin got:”
Me di demên dawî de bangên Serokê me yên birêz ên derbarê çêkirina makeqanûneke nû de dîtin. Ew bang li hemû aliyên siyasî dike ku destûreke nû, azadîxwaz û sivîl çêbikin. Mixabin di vê heyamê de bi taybetî nûnerên HDP û partiyên çep di vê mijarê de, daxûyaniyên ku rastiya mere nagunce didin. Daxûyaniyên wan ne li gora rastiya erdnîgariya me û jiyana me ya siyasî ya demokratîk in.”