PDK bi kê re şirîkatiyê dike?

Barê PDKê di 4 salên bê de pir giran e, ne ji ber ku 45 kursî di hilbijartinên 30ê Îlona îsal de bi dest xistiye, PDK desthilatdarê Herêma Kurdistanê ye û peywendiyan li gel Bexdayê birêve dibe, wek birêz Nêçîrvan Barzanî got: “Eqlê Bexdayê divê li Hewlêrê be.” Bo di van 2 mehan de serkevtî be, divê seqamgiriya siyasî hebe. Li Kurdistanê jî bo ew seqamgiriya siyasî berqerar be, divê erka birayê mezin ne li gor kursiyên zêde, tekez li gor karkirina bi hevdu re û rihê yektîmî di hikûmetê de be.

PDK û YNK

Seqamgiriya siyasî pêk nayê, eger lî derûbera te kêşeya te hebe. Pêwîste PDK li ser asta navxweyî û derve kêşeyan sifir bike, ji ber ku hebûna kêşeyê li gel aliyên navxweyî û derve wiha dike ku di rêveberina Herêma Kurdistanê de astengiya mezin çêbibe. Divê ew hêza PDKê hebe ku karibe bo alîkariya dewletên derve jî xwediyê roleke bi bandor be di çareserkirina kêşeyan de, ne tenê li ser asta navxweyî û Iraqê.

Ew yek girîng e, PDK li dû şirîkatiya rasteqîn de digere ku di 4 salên bê de hikûmetê li cih nehêle. Dibe yek ji wan şirîkên wê YNK be. YNK niha du bask in, hinek caran PDK li gel baskê malbata Talebanî rêdikeve û poşman dibe û hinek caran jî li gel baskê Kosret Resûl rêdikeve û ji wê jî poşman dibe, ji ber ku herdu bask jî bo destevtiyên demkurt palpiştiya PDKê dikin.

Niha him piştî 16ê Cotmehê malbata Talebanî û him piştî 2yê Cotmehê baskê kek Kosret, ku di meseleya yekalîkirina posta serokomariya Iraqê de xwedî rol bû, PDK li ser pişka YNKê ya di Desteya Serokayetiya Parlamento û hikûmetê de çawa hevsengiya nav YNKê diparêze? Li gel kîjan baskê YNKê rêdikeve? PDK di vir de nirxandineke hûr dike ku kîjan baskê nav YNKê xwediyê bingeha hêza biryardayînê ye û kîjan bask amade ye bo 4 salan şirîkatiyeke rasteqîn li gel PDKê bike di rêveberina Kurdistanê de? Ew yek aşkere ye, niha PDK tevî ku nîgeran e ji baskê kek Kosret, ku ti garantiyek jî tune ye tîma ew bo 4 salên din dişîne nav hikûmet û Desteya Serokayetiya Parlamentoyê tîmeke qayîm û bihêz be, lê baskê malbata Talebanî amade ye garantiyê bide ku di Desteya Serokayetiya Parlamentoyê û hikûmetê de piştê bi PDKê neke!

Pavil Talebanî, ku niha biryara dawî ya YNKê dide, daxwaza wî ya sereke ya ji PDKê ku gelekî li ser rijd e, ew e, ku birayê wî, wate Qubad Talebanî, wek cîgirê serokê hikûmetê bimîne, herwiha wezareteke serwer jî werbigirin, ku çavên wan herî zêde li Wezareta Navxweyî ne. Bêguman eger PDK razî bibe posta serokê parlamentoyê jî bide YNKê, mala Mam Celal dest bi ser wê postê de jî digirin û ev bi aşkereyî gotine û veneşartine.

Bi taybetî kek Pavil ji PDKê re dibêje, li navçeya Xezra ya Bexdayê ez li ser posta serokomariyê li gel PDKê rêkevtim, lê kek Kosret ew rêkevtina têkda û di berjewendiya Berhem Salih de şikand ku ti qezenc jê nekir. Wê demê Pavil Talebanî hesabê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, lê kek Kosret tenê posta Berhem Salih fikirî bû, ku ne bo xwe, ne bo YNKê û ne jî bo Kurdan ti sûda wê tune ye. Ji bilî Berhem Salih kesekî din sûdê ji wê postê wernagire.

Komara Îslamî ya Îranê jî dixwaze malbata Talebanî di hikûmeta Herêma Kutrdistanê de xwediyê cihekî bihêz be, bo wê yekê ku heta qonaxekê li Herêma Kurdistanê seqamgîrî pêk were, ji ber ku piştî cezayên Amerîkayê pêwîstiya Îranê bi bazarên seqamgîr û bihêz ên cîranên xwe heye.

PDK û Goran

YNK israr dike ku Tevgera Goranê nebe beşek ji kabîneya nû, lê wek hêza sêyam a serkevtiyê hilbijartinê mafê Goranê heye beşdarî hikûmetê bibe.

Rastiyek jî ew e ku dilê Goranê bo rêkevtina li gel PDKê lê dide, ku bibe beşek ji kabîneya nû, lê rewşa Goranê ji rewşa YNKê hîç ne baştir e. Navmala Goranê ne baş be, nikare tîmeke wan a baş û seqamgirî di nav hikûmetê de hebe, ji ber ku rewşa navxweyî ya Goranê reng dide sekna tîma wê ya di nav hikûmet û parlamentoyê de. Kêşeya sereke ya Tevgera Goranê cemaweriya wê ye ku li ser fikra ji opozîsyonê opozîsyontir hatiye perwerdekirin. Nikarin rûnin. YNK jî wiha rûnane ku PDK li ser hesabên wan xwe nêzikî Goranê bike. Heta hinek caran tê gotin ku malbata Talebanî, bi taybetî Lahor Talebanî li ser Goranê ew qas bi bandor e, ku her gava merhabeyekê li Goranê bike, dikare ew peywendiya biryar li ser heye ku di navbera PDK û Goranê de pêk were, wek 23ê Hezîranê têk bide.

Barê PDKê yê li gel Tevgera Goranê jî her ku diçe girantir dibe ji yê YNKê. Goran daxwaza 3 wezaretan û çend desteyan dike ku yek ji wan wezaretan, wezareta serwerî ye. Hêj PDKê li ser vê daxwaza Goranê gotina xwe ya dawî nekiriye.

Rola PDKê di vir de ew e ku bi nêzîkbûna Goranê YNKê provake neke û gefan lê nexwe, ku bo hinek rewşên nav parlamentoyê û bo derbaskirina yasayên ku pêwîstî bi piraniya dengên nîştimanî çêdibe, bo seqamgiriya siyasî biparêze. Tekez divê li YNKê wek ku ew heye temaşe bike.

Armanca sereke ya PDKê ew e, kar bike ku bo hejmara kursiyên xwe di hilbijartina bê de kêm neke. YNK dixwaze di hikûmeteke bihêz de cih bigire û li ser lawazkirina Tevgera Goranê kar bike, bo wê ferqa zêde ya di navbera hejmara kursiyên PDK û YNKê de heye, kêm bike. Goran jî dixwaze beşdarî vê hikûmetê bibe, bo ku qet nebe ewê heye ji dest bernedin û posta hikûmî bi dest bixin û hêviyê bo xelkê xwe çêbikin.

Komela Îslamî li derve hat hiştin

PDKê ew qas ji dil ve ji Emîrê Komela Îslamî re digot Mamoste, birayên Komela Îslamî bi wê şêweyê bangî emîrê xwe nedikirin! Lê di hinek pozîsyonan de Komela Îslamî bi şêweyekî wiha tevgeriya ku baweriya PDKyiyan têk bir. PDK bi şêweyekî ji Komelê nerehet e ku nabe wiha bi hêsanî wek berê baweriyê bi wan bike. Him di 23ê Hezîranê de, him di berşdarînebûna referandumê de û him jî ew dema ku di hikûmetê de bûn, ji opozîsyonê opozîsyontir bûn, li parlamentoyê jî navbera wan xirabtir bû. Bo vê yekê pir zehmet e ku PDK karibe di nav hikûmetê de şûnekê bide Komela Îslamî.

Nifşa Nû û Yekgirtû

Yekgirtûya Îslamî opozîsyonbûna xwe ragihand, ev biryara Yekgirtû herî zêde jî bo bingeha cemaweriya  xwe bû, ji ber ku guftûgoyeke zêde di nav Yekgirtû de hebû ku nabe ew bibin opozîsyon, lê bo ew nerazîbûna li ser kêmbûna hejmara deng û kursiyên wê partiyê were bêdengkirin, serkirdayetiya Yekgirtû biryara opozîsyonbûnê da. PDK jî rêzê li wê biryara Yekgirtû digire.

Nifşa Nû, ne hêzek e ku pişt pêve were girêdan, çi opozîsyon be çi jî di nav hikûmetê de be. Her çiqas baş dizanîbû ku ew beşdarî şirîkatiya hikûmetê nabe jî, zûka opozîsyonbûna xwe ragihand. Ev hêz di nav kêşmekêşiya siyasî ya Herêma Kurdistanê de heta dawiyê qayîm namîne, ji ber ku bi ya min ew ne Nifşa Nû ne! tTekez ew nifşa PDK, YNK, Goran û Îslamiyan e.

Hêvîdar Ehmed/Rûdaw

 

Nerîna min :