CivakRojev

PDK baregeha hilbijartinê li Kerkûkê vedike

Sibehê roja yekşemê 05.09.2021ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) vedigere Kekûkû û wê dest bi bangeşeya hilbijardinê bike.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê yê PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re axivî û got: “Sibehê yekşemê, PDK bi fermî vedigere ji bo Kerkûkê û di merasîmekê de, bi amadebûna berpirsên bilind ê PDKê û kandîdan û cemaweriya PDK, baregeha hilbijartinê a li Kerkûkê tê vekirin.’’

Herwiha Hawar Mihemed aşkere jî kiriye, ew di wê baweriyê de ne dengên wan bi heder naçe û wê cemaweriyeke zêde jî wê piştgiriyê bide kandîdên wan. 

Hawar Mihemed dibêje: ‘’Ji ber vegera PDKê ji bo Kerkûkê û vekirina binkeyek û bangeşeya hilbijardina wê dengê me zêde bibin. ‘’

Back to top button