PolîtîkRojev

Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya waliyê Musilê kir

Li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya waliyê Mûsilê Nicim Cibûrî kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û waliyê Mûsilê Nicim Cibûrî behsa rewşa siyasî, ewlekarî yaparêzgeha Nînovayê, xizmetgozariyên li vê parêzgehê û amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên parlementoya Îraqê nirxandin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û parêzgeha Nînovayê û rewşa Şingalê jî hate kirin û her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên Şingalê di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe bo pêngavên waliyê Mûsilê yên bo dabîn kirina aramî, ewlekarî û pêşkêş kirina xizmetgozariyan diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan dixwaze aware li ser daxwaza xwe vegerin cîhên xwe.

Gef û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê yên li deverê mijareke din yên vê civîna han bûn.

Back to top button