CivakRojev

Malbetek ji başûrê Kurdistanê vegeriya Efrînê

Li gora nûçeya Tora medya Rûdawê, malbateke Kurd ji paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê berê xwe da bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye, û vegeriya ser cih û warê xwe.  Nebhan Ebdulezîz û hevjîna wî Fatime Brîm, ku xelkê gundê Kurzêla Cûmê ne û mala wan li nav bajarê Efrînê ye, piştî 3 rojan ji rêwîtiyê şeva înê gihiştin nav bajarê Efrînê.

Li Hewlêrê, malbeteke Efrînî biryara vegerê bo ser warê bav û kalên xwe da. Her yek ji welatiyê Kurd Nebhan Ebdulezîz û hevjîna wî Fatime Brîm, ku xelkê gundê Kurzêla Cûmê ne û mala wan li nav bajarê Efrînê ye, piştî 3 rojan ji rêwîtiyê şeva înê gihiştin nav bajarê Efrînê.

Mihemed Ibrahîm, ji Rûdawê re behsa biryara dayîk û bavê xwe bi vegera li Efrînê kir.

Koçber Mihemed Ibrahîm got: “Berî bav û dayîka min biryar dabûn herin Efrînê. Ew roja 3yê Îlonî gihîştin cih û warê xwe. Li ser rê ti astengî ji wan re nebûye û heta niha jî ti astengî ji wan çênebûne. Sedema sereke ya xwestina vegera wan ew bû ku çimkî Efrîn cihê bav û kalên me ye. Efrîn ne têne ye, xwedî û zarokên wê jî hene. Ez hêvîdar im her kesê ku bixweze vegere Efrînê bila vegere.

Malbata Kurd a vegeryayî niha hewl dide ku bi rêya desthilatdarên li Efrînê, mala xwe ku malbateke Erebên hawirde tê de, werbigirin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Tê zanîn ku ji berî Efrîn bikeve di bin kontrola hêzên Tirkiye û hevalbendên wê de, herêm di bin kontrola PKKê de bû. cardin gelek hemwelatî koçber bibûn û li hatibûn başûrê Kurdistanê.

Tê zanîn ku gelek ereb anîne Efrinê û li cih û warên Kurda cih kirine. Efriniyên niştiman perwer di nava xwe de komiteyek avakirine û ew kar dikin ku xelk cardin vegerin Efrînê da ku Efrin ji Kurda vale nebe û cardin Kurd li cihê xwe niştecîbin. Lê mixabin aliyên siyasî pişgiriya pêwist nadin vê komitê.

Back to top button