PolîtîkRojev

YNK: nabe Aldar Xelil destwerdanên nehînî karûbarên partiyên din de bike

Aldar Xelî endamê serkirdeyatiya PYDê di hevpeyvîneka xwe de behsa kêşeyên di nava YNKê de dike û dibêje ku; nexweşiya di nava YNKê de bi destwerdana Tirkiyê rûdane.  Aldar Xelîl herwiha gotibû ku siyaseta YNKê ya piştgiriya tevgera Kurd bi siyaseta Erdogan re ne guncaw e, ji ber vê yekê di nava partiyê de alozî derxistin. YNK bersiva van gotinên Aldar xelil dide.

Bersiva YNKê di PUK medyayê de hatiye belav kirin.

Çavkaniyek ji mekteba Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku :

Me bi xemgînî û soretek mezin daxuyaniyên endamekî Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şopand ku li dijî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû. Ev destwerdaneke eşkere ye û nayê qebûlkirin di karûbarên hundurîn ên Yekîtiya Niştimanî de tê kirin, Ewê ku dizane çi dadwer û çi gumanbar jî û di destpêkê de partiya xwediyê daxuyaniyê jî dizane ku ew qurbanî û fedkariyên ku YNKê pêşkêş dikie û ne tenê ji bo doza kurd li Rojavayê Kurdistanê ye lê ji bo piştgiriya hemû Kurdistanê ku ew  jî li ser şopa pirensîpên serok Mam Celal e.

Destnîşanê birêz Aldar Xelîl û tawanbarkirinên nixumandî yên derbarê gumanê bi helwestên Yekîtiya Niştimanî de bêrûmetî, û bê astî û ne layîq e. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiyek e ku li gor fişarên herêmî û nerînên kesane helwestên xwe yên stratejîk biguhezine .

Li şûna destpêkirina helwestên weha şaş û teşwîqker ên ku pêşve naçin û dereng nakevin, çêtir e ku birêz Aldar Xelîl û Partiya Yekîtiya Demokrat hêz û hewildanên xwe ji bo çareserkirina gelek pirsgirêk û kêşeyên hebûnî yên ku li ser gelê me û herêmên wan ên Kurdî hene  li Sûriyê xerc bikin û destwerdana neyînî li karûbarên partiyên din ên kurdî neke.

Back to top button