PDK-Bakur:Cejna we ya remezanê pîroz be!

Cejna we ya Remezanê pîroz be!
Rêzdaran,
Gelê me û cîhana îslamî gihîştiye kêfxweşiya pîrozkirina Cejna Remezanê. Li welatê me cejnên olî, nemaze Cejna Remazanê ji aliyê gelê me ve, bi qedirbilindî û bi şanazî dihê pêşwazîkirin.
PDK-Bakur Cejna hemû hevwelatiyên me û ya cîhana îslamî bi dilgermî pîroz dike. Em hêvîdar in ku ev Cejna pîroz li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê di aştî û aramiyê de derbas bibe û hastên birayetiya di navbera gelan de geş bike.
Herweha hêviya me ji Xwedayê Mezin ku ev Cejna pîroz ji Neteweyê Kurd re û ji mirovayetiyê re aştî, aramî, birayetî û dadmendiyê bîne.
Em Cejna hemû heval, hogir, ya hevwelatiyên xwe û ya hemû bawermendên cîhanê bi dilgermî pîroz dikin û ji we re serkeftin û serfîrazî dixwazin!
Hûn her dilşad û serfîraz bin!
08-09-2010
PDK-Bakur