Hêzên pêşmerge dê li Nînovayê bimînin
Ezîz Weysî ji AKnewsê re wiha got, “Pêşmergeyên zêrevan di demekê de ku parêzgeha Nînovayê di bin gefa terorîstan de bû li wê parêzgehê hatine belav kirin û karîn metirsiya terorîstan li ser xelkê deverê nehêlin, zêdebarê wê erkê parastina xelkê parêzgehê bê cudahiya neteweyî û olî bi ustû girtin”.
Weysî wiha pê de çû, “Pêşmergeyên zêrevan karîne heya astekê rê ji hatina terorîstan bigrin ku nekevin nav parêzgeha Nînovayê bo vê meremê jî alîkarî di navbera wan û hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de hebûye”.
Debarê daxwaza Lîsteya Hedba bo vekêşana hêzên pêşmerge li parêzgeha Nînovayê Ezîz Weysî wiha daxuyand, “Pêwîste parzgearê Mûsilê û Lîsteya Hedba li cihê hizra derxistina hêzên pêşmerge, xizmeta xelkê parêzgehê bikin” û tekez kir ku hêzên pêşmerge dê li deverê bimînin da ku bûyerên wekî teqînên bixwîn yên deverên kurdên êzîdî dubare nebin”.
Fermandeyiya Pêşmergeyên Zêrevan nîsana sala 2004’an hatiye damezirandin û ser bi Wezareta Hundir a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û erkê parastina ewlehiya deverên cihê nakokiyan li Nînovayê û her wiha parastina dezgehên mîrî li Hewlêrê û bûro û konsolxane û şandên biyanî yên li herêmê li ser wan e.