Di nav Goranê de alozî, Noşêrwan çû Ewropa
Li gor nûçeyeke rojnameya Awêne alozî di nav Tevgera Goranê de çê bûye û di navbera Noşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran û kadiroyên din yên serokatiyê li ser pêkanîna komîteya serokatiya Goranê li hev nekiriye.
Li gor çavkaniyê di navbera Noşêrwan Mistefa û piraniya wan endamên berê yên serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku nuha di nav Tevgera Goranê de dixebitin, li ser destnîşankirina endamên serokatiya Goranê alozî derketine û êvariya roja 05.09.2010ê bi rêya balefirgeha Silêmaniyê Noşêrwan Mistefa Kurdistan bi cî hêlaye û ber bi Ewropayê bi rê ketiye.
Osmanî Hacî Mehmûd, Mistefa Seîd Qadir, Qadie Hecî Elî, Osman Banîmaranî, Celal Cewher, Omer Seîd Elî, Salar Ezîz, Sefîn Mela Qadir û çend kadiroyên berê yên serokatiya YNKê dixazin ku serokatiya Tevgera Goranê her di bin kontrola wan de be.
Budceya Tevgera Goranê jî yek ji pirsên aloziyên nava Goranê ye. Tevgera Goran her mehê 500 milyon dînaran ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigire. Lê ew pere dikeve destê hin kesan û bi awayekî şefaf ji bo çalakiyan nayê xeric kirin.
Ev problemên nava Tevgera Goranê Noşêrwan Mistefa narehet kiriye û wî tehemûl nekiriye û êvariya roja 05.09.2010ê bi rêya balefirgeha Silêmaniyê Kurdistan bi cî hêlaye û ber bi Ewropayê bi rê ketiye.
Rojevakurd