Ez ji bo guhertinan dibêjim erê
12-ê Îlonê referendum heye, hunê ji bo guhertinan bêjin erê yan na?
Ez ji bo guhertinên destûrî dibejim erê.
Ji bo çi erê?
Em erênî dibînin.Taybetê di dadweriyê de guhertinên baş pêktên û mertala li ber generalên 12-ê îlonê radibe, dikare bêne mehkemekirin. Li herêmê gelek dadwer û dozer ji tirsa Konseya bilind ya Dadwer û Dozeran kar nakin. Ev tirs rabe dê bikaribin awayek qanûnî hinek lêpirsînan di derbarê ew kesên ku, pê şûn hatîn kuştin bikin.
Hukumet ji bo kurda vekirinê dike lê kurd ji bo çi pişgiriya BDP-ê dikin?
Hukumetê di çerçova vekirinê de, ji bo çareseriya pirsa kurd guhertinên destûrî nekirin vê yekê hêviyên xelkê şkinandin.Piraniya kurdan BDP-ê wek partiya xwe dibînin û bawer dikin ku BDP wê di çareseriya pirsa kurd de xwedî bandor be.Ez bawerim divê hukumet zûtirîn dem ji bo rê li çareseriya pirsa kurd veke hinek guhertinên destûrî bike.
Hun helwesta boykotkirina referandumê çewe dinirxînin?
Wek hukukzanekî helwesta boykotê dîtinên min re nagunce. Ev biryarek siyasî ya BDP-ê ye. Ez bawerim divê kultura ku dîtinên cuda bête qebûl kirn pêş bikeve.
Paketa destûrê dê çi guhertinê li Tirkiye pêyda bike?
Ji berî her tiştekî rêya destûrek ku herkesekî temsil bike , destûrek sivîl vedike. Taybetî di derbarê Dadgeha Destûrî û hinek dezgehên dadwerî de guhertinên çêbin di rêya demokratîzekirinê de gavek pêş be. Darizandina kesên înkilabên leşkerî kirîn tê holê, ev yek rê li kesên ku bixwazin înkilaba bikin digire.