Civak

Paşa Elaltunbay çû ber dilovaniya Xweda

Me hevalek hêja birayek xoşwîst û xebatkarek bi nirx winda kir

Paşa Elaltunbay koça dawî kir

Paşa Elaltunbay, endamê Komîta Rêvebir yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur,  li Stockholma paytextê Swêd, roja 9.12.2012an li nexweşxanê, demjimêr 19.30 ê êvarê çû ber rehmeta Xwedê.

Paşa,  bi malîtî li Diyarbekirê dima û ev demek e ji bo nexweşiya penceşêrê li Stockholmê, di nexweşxanê de tedawî dibûya. Lê di encama vê nexweşiya xirab de, di 66 saliya xwe de koça dawîn kir.

Paşa, welatparêzekî ji dil, siyasetmedarekî bi nirx bû. Wî her tim di nav partî û rêxistinên kurdistanî de xebata xwe ya siyasî kiriye. Ew di sala 1991 î de bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û heta dawiya temenê xwe bi awayekî serkeftî xebata xwe berdewam kir.

Paşa, beşdarî Kongreya nehemîn ya Partiyê li Hewlêr bû.  Piştî kongreyê di warê rêxistinî de wek berpirsiyar kar û xebata xwe kir.

Sala 2009 ê, di kongreya 10 emîn ya Partiyê de wek endamê Meclîsa Partiyê hete hilbijartin û bû endamê Komita Rêvebir.

Paşa heta dawiya jiyana xwe jî ev karê xwe berdewam dikir.

Paşa Elaltunbay, tev hevjîna xwe Gulîstan xanim sê zarok hene. Gorrbehişt bavê Mervan, Rojna û Şavîn bû.

Birayê heja Paşa, bila hezar rehmeta Yezdanê mezin li giyanî te be û tu dê hertim di xebata me ya ji bo azadiya kurd û Kurdistanî de bijî.

Cenazê gorrbehişt Paşa roja pêncşembê 13.12.2012an, piştî rewresmekî li nexweşxanê ji Stokholmê berbi Diyarbekirê ve tê guheztin.

Herweha roja înê ji Diyarbekirê berbi  Bîngolê ve tê guheztin û li Bîngolê tê defin kirin.

Bila serê malbata wî serê heval, hogir û serê miletê me sax be.

Bila giyanê wî şad, cîhê wî behişt be!

10.12.2012

Komîta Rêvebir
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur

Back to top button