Civak

Partiyên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin

Piştî hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nameyên cuda yên pîrozbahiyê jê re şandin.

Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê-PDK-Sê pîrozbahiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand, ku ev hilbijartina rêzbaza Barzaniyê nemire ku rêbaza xebat, qurbanîdan wefadariyê ye. PDK-Sê di nameya pîrozbahiyê de eşkere kir, ku hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê, berdewam bidestxistina destkeftiyên girîng û zêdetir e ku ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hatibûn bidest xistin.

Herweha Serokê Komîteya Pêwendiyên derve ya ENKSê, Kamîran Haco di nameya pîrozbahiyê de hêviya serkeftinê ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest û ragihand, gelê Kurd rûbirûyê gelek zehmetî û biryarên dîrokî dibe û ji bo rûbirûbûna van zehmetiyan, di şert û mercên asê yên navdewletî û herêmî, Nêçîrvan Barzanî kesayetiyê hêja ye.

Herweha sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemdî Derwîş nameya pîrozbahiya ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û têde ragihand, ku hilbijartina Nêçîrvan Barzanî gaveke rast e derbarê rewşa Kurdistana Iraqê û ew ji dil ve pîrozbahiya wî dike û hêvî serkeftinê di xizmetkirina gelê Kurd de jêre dixwaze.

Herweha sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê El Wehde pîrozbahiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî kir, ku karibe bi erkê xwe, ji bo dadmendî, nirxên azadiyên û pêşerojeke xweştir rabe.

Herweha Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El Partî pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand, ew bawerin dê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî karibie li ser rêya gelê Kurd ya azadî û pêşketinê berdewam be.

Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê jî, di nameya xwe ya pîrozbahiyê de eşkere kir, her kes dizane gelek doseyên girîn li pêş serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, di nav de dûbare avakirina yekrêziya Kurdan, herweha hêvî kir, ku ew girîngiyê bide doza Kurdan li parçeyên din yên Kurdistanê jî, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê.

Partiya Demkorata Niştîmaniya Kurd li Sûriyê jî, di nameya xwe de eşkere kir, ku berpirsyarî û erkên neteweyî, Kurdistanî û niştîmanê di vê qonaxa dîrokî û hestiyar de li pêşiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne, lê ew bawerin ku bi şiyan û ezmûna xwe, dê karibe rûbirûyê hemû astengan bibe.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan Sûriyê jî, nameyeke pîrozbahiyê ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û têde ragihand, ku ew baş bawerim dê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hemû hewlên xwe bo xizmetkirina hemû kurdistaniyan bi tevaya pêkhateyên xwe bide û rûbirûyê hemû astengan bide.

 

Back to top button