Polîtîk

HDP pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir bi helkefta ku bûye serokê Herêma Kurdistanê.

HDPê bi peyameke nivîskî, ku di bin de îmzeyên hevserokên wê partiyê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan heye, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir bi helkefta ku bûye serokê Herêma Kurdistanê.

Di peyama HDPê de hatiye gotin ku ew hêvîdar in Nêçîrvan Barzanî bikaribe di kursiyê xwe ya nû de roleke baş di bihêzkirina yekitiya netewî ya kurdan û aşitî û aramiya hermê de bilîze.

HDPê her wiha ragihandiye, ew bawer dikin ku Nêçîrvan Barzanî dê bikaribe rola xwe di çareserkirina aşitiyane ya pirsgirêkan de, çi li hundir û çi li derve, bilîze. Her wiha ew hêvîdar in serokatiya Nêçîrvan Barzanî bibe wesîleya xêrê bo gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdan.

 

Back to top button