Polîtîk

Partîyên Bakurê Kurdistanê li Amedê bangî piştgirîya Başûrê Kurdistanê kirin

 Partîyên Bakurê Kurdistanê Hareketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK îro(06.04.2017) li Amedê bi daxuyanîyeke hevbeş piştgirîya xwe ji Başûrê Kurdistanê nîşan dan û gotin ku ” Em bi meşa serxwebûnê ya gelê me yê Başûr û bi Hukumeta Herêma Kurdistanê re ne” .Civîna çapemenîyê li avahîya PSKê ya Amedê saet di 11.00an de destpêkir. Li ser navê partîyên ku daxuyanî dane; Berdevkê Hareketa Azadîyê Sedat Doğan, Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır, Rêveberê PDK-Bakurê Bora Balin ,Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek  û herwiha rêvebir û endamên partîyan di civînê de cih girtin.Civîn bi axaftina Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek destpêkir û piştre jî Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır bi Kurdî, Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek jî bi tirkî daxuyanîya hevbeş xwendin.Civîn piştre jî bi beşa pirs û bersivan bidawî hat.06.04.2017Hareketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK Daxuyanî ya hatî xwendin ev e;Em bi meşa serxwebûnê ya gelê me yê Başûr û bi Hukumeta Herêma Kurdistanê re neLi Kurdistana Başûr di serî de gelê me yê li wir, bûyerên ku qedera hemû kurda eleqedar dike li dû hev diqewimin.Wek hun dizanin hukumeta merkezî ya Iraqê ku giraniya wê di desthilatdariya Şîîyan de ye li gor Qanûna Esasî ya welat tevnagere, ji bo xala 140î neke jiyanê çiv didan xwe, para herêma Kurdistanê ya ji butçeya merkezî qut dike, maaşên pêşmerge û karmendan verênake, astengiyan derdixe pêşiya firotina petrola Kurdistanê ji bo derveyî welat. Ji bo çareserkirina gelşên bi vî rengî li gel niyeta pak a alîyê Kurda û bi dehan car hevdûdîtinan jî, ji hole ranebûn.Ji ber neçareseriya di navbera Hewlêr û Baxdadê de gelşên heyî her ku diçe giran dibe û ev jî Herêma Kurdistanê mecbûrî lêgerînên din dike.Ev demek e ku Kurdan, ji bo hukumeta merkezî ku Qanûna Esasî û huquqa pêwendiyên navbera xwe û Başûrê Kurdistanê bin pê dike, pêvajoyek nuh dane pêşiya xwe.Di vê pêvajoyê de birayên me yên Başûrî ji ber sîstema federalî ji aliyê Baxdadê ve tune hatiye hesibandin, daxwaza serxwebûnê dikin û ji bo vê yekê refarandumê taleb dikinDi van rojên dawî de bûyerên nuh ku vê pêvajoyê dilezîne rû didin.Biryara Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ya li bînayên resmî, li gel ala Iraqê bilindkirina ala Kurdistanê, wê roja biryar hatiye girtin wek “Roja Neteweyî” diyar kirin. Her di wan rojan de Serokê Herêma Kurdistanê di ziyareta Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Netewan da bi awakî fermi da diyarkirin ku wê referandumê bikinPartîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê (YNK) di warê referanduma serxwebûnê de li hev kirin û li gor wê lihevkirinê ji bo partî û rêxistinên welatparêz tevlî wê peymanê bikin dest bi hevdîtinan kirin. Di heman demê de Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ji bo tayinkirina statuya bajêr biryara referandumê da.Nûnerên berêz yên çapemenîyê,Em ev partî û rêxistinên Kurdistanê ku vê beyanê îmze kirine, piştgiriya Başûrê Kurdistanê ku îradeya xwişk û birayên me yên li wir dijîn temsîl dike, dikin.

  • Di serî de başûrî, em bangî hemû partî û rêxistinên Kurdistanê dikin ku bibin piştgirê referanduma serxwebûnê, heger nabin piştgir bila nebin asteng.

 

  • Em di serî de MHP, helwest û gotinên hemû nijadperest, kemalîst û netewîstên Tirkiyê ku li dijî Ala Kurdistanê, Kerkûkê, pêvajoya referandumê protesto dikin û li dijî êrîşên bi vî rengî em li kêleka Herêma Kurdistanê cî digrin.

 

  • Li Kerkûkê bi awakî fermi bilindkirina Ala Kurdistanê û li gor xala 140î biryara çêkirina referandumê li gor menfeetê giştî yê hemû ol, mezheb û etnîsîteya ye. Kerkûk bi hemû pêkhatiyên xwe ve parçeyeke Kurdistanê ye.
  • Hîn di serî de em Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê ya ku li dijî serxwebûna Kurdistanê helwest distend û nuha jî ji bo pêvajoya nuh a Başûrê Kurdistanê, “wê bibe sedemê aloziyê” bi nav dike û li dij disekine, protesto dikin. Di serî de Îran, em bangî dewletên herêmê dikin ku destê xwe dirêjî nav Iraqê û Başûrê kurdistanê nekin.
  • Em bangî serokkomarê Turkiyê Recep Tayip Erdogan, Hukumeta Cumhuriyeta Tirkiyê dikin ku di warê Kerkûk, Ala Kurdistanê û referanduma serxwebûnê de xwe ji helwesta nijadperestan dûr bixin û pêwendiyên xwe yên qenc ên bi hukumeta Başûrê Kurdistanê re berdewam bikin, li gel îrada wan rêzê nîşan bidin.
  • Di serî de em bangî Yekîtiya Netewan, DYA û welatên rojava, dezgeyên navnetewî, rayagiştî ya ku dixwazin aşîtî, aramî û ewleyî li Rojhilata Navîn cî bigre, rêzê gelê li Kurdistana Başûr bigrin û bibin alîkar ku bi awayekî azad îradeya xwe nîşan bide û hun jî rêzê li wê îradeyê bigrin.

6ê Nîsana 2017ê

Back to top button