Cîhan

Tirkiye amadebûna operasyon “Mertalê Dicle“ dike

Piştî dawîbûna operasyona “Mertalê Firatê“ niha jî li Tirkiye pirsek din tê gotubêj kirin. Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan dema behsa dawibûna operasyona “ Mertalê Firatê kir“ dabû xûyakirin ku hinek operasyonên din li pêşîya mene. Em planên nû çêdikin.Ev di civîna konseya ewlahiya Netewî ya Tirkiye de jî hate gotubêj kirin. Tirkiye niha behsa operasyonekî bi navê “Mertalê Dicle“ dike.Armanca operasyona “Mertalê Dicle“ devera Tilafer û Şingale. Herweha di vê çerçovê de behsa opersyonek bejayî li ser hinek bingehên PKKê li sinorê Bakur û Başûr de tê kirin.Tê zanin ku eve demek dirêje artêşê Tirkiye li devera Silopî û li hinek cihên nêzikî sinorê Başûr hêzek mezin bi cih kiriye.Dixweyê heta operasyona azadkirina Reqayê li Suriye berdewam be, DYA naxwaze tu operasyon li himber PKKê çêbibin. Lê piştî operasyona Reqayê, Tirkiye bi awayekî operasyona “Mertalê Dicle“ pêktine.Ji bo çi ev yek tê kirin û dê encamê vê yekê dê çibin, cihê minaqeşeyek berfirehe. Ihtimalek mezin ev operasyon dawiya meha Nîsanê yan jî destpêka Gulanê çêdibe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button