Polîtîk

Li ser madeya 140 lihevhatin

Şandeke Herêma Kurdistanê, ku ji du endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên pêkhatiye, ji bo gotûbêjkirina mijarên referanduma serxwebûna Kurdistanê û hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê duh serdana Bexdayê kir.

 Şanda navborî li Bexdayê her yek bi cudar bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomar Fûad Mehsûm, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û nûnerên Tevgera Sadr re civiyan.

 Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di civîna Heyder Ebadî û şanda Herêma Kurdistanê de alî lihevhatine ku pabendê diyalogê bimînin û ji bo aramkirina rewşê hewl bidin.

 Li gorî daxuxayniyê herwiha wan behsa xalên hevbeş û pêkanîna destûrê kirine ku yekîtiya Iraqê û bihevre jiyanê biparêzin û nehêlin ku aloziyên cuda derkevin û zêdetir berê xwe bidin şerê li dijî DAIŞê.

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civînê de hat amajerkirin ku divê kes ji çarçoweya yasayan dernekeve û divê her alî ji bo hevgirtiya Iraqê û pêkve jiyana pêkhateyan hewl bide. Herwiha karê sereke divê têkbirina DAIŞê be.”

 Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li ser çalakirina madeya 140 rêkeftine û dê herdû alî jî ji bo parastina yekpariya Iraqê kar bikin û piştî herêmên di destê DAIŞê de hatin kontrolkirin serjimerî bê pêkanîn.

 Roja yekşemiya vê heftiyê 2ê Nîsanê, her du polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiyabûn û li ser çêkirina du şandên hevbeş bo serdankirina Bexdayê û aliyên siyasî yên Kurdistanê biryar dabûn.Li ser heman bingehê, şandeke hevbeş a PDKê û YNKê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Şiyoî ya Kurdistanê (Komonîst) û Komela Îslamiya Kurdistanê (Komel) kir. 

Back to top button