Cîhan

Partiya xwe dike partiyek dijital

Partiya Welat a bi serokatiya Muharrem Înce ku di hilbijartinên herêmî de li seranserê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji sedî 0,17 dengan stendibûn, her ku diçe dihelê. . Avahiya Navenda Giştî ya Partiyê ya li Enqereyê hat valakirin û girtin û deriyê wê jî hat kilîtkirin. Hat ragihandin ku Partiya Welat ji bo teserûfê ev biryar girtiye û wê derbasî buroyeke biçûk a li navçeya Etîmesgutê bibe.

Serokê Partiyê Muharrem Înce jî di daxuyaniya xwe de dibêje:

“-Em nikarin alîkariyê ji Xezîneyê werbigirin û bi bexşên endaman em hewl didin bijîn. Me biryar da ku em lêçûnên xwe bi qasî ku ikaribin kêm bikin. Di serdema dîjîtal de, ku derfetên ragihandinê zêde dibin, pêdivî ye ku amûrên kirina siyasetê biguhezin.

-Em ê avahiyên partiyan biçûk bikin û hebûna xwe li ser platformên dîjîtal zêde bikin. Em ê ciwan û jinên ku bi me re ne di nava partiyê de beşdariyeke zêdetir bikin û hebûna xwe di qada siyasî de xurtir bikin. Bi awayê Ataturk; Em ê bi gotina Aqil, Exlaq û Edaletê berdewam bikin. “Em ê agirê şivantiya Tirkiyeyê venemirînin, em ê coşa jiyanê û hêviya xwe ya ji bo pêşerojê her tim zindî bihêlin.”

Back to top button