Cîhan

Partiya nû tevezina siyasî diguherê

Di derbarê partiya ku Ahmet Davutoglu û hevalên wî ve bête damezirandin, gelek gotubêj hene û di kulîsên siyasî de gelek tişt tên gotin. Ji berî demekî hate îdia kirin ku ji bo êrîşa Tirkiye ya Suriye û rojhilatê Kurdistanê Davutoglu partiyê ava nake.

Lê ev îdîa ji aliyê havalên Davutoglu ve hate red kirin û wan da xûyakirin ku yekrêzî li ser prensiba tê pêkanîn.

Niha jî tê îdia kirin ku dê Ahmet Davutoglu di vê mehê de partiya xwe damezirîne û li gel hinek parlementerên AKPê jî hevdîtina dikin.

Çavkaniyek nêzikî Davutoglu dibêje ku, pêwendiya me hinek parlementerên di nava AKPê de heye. Dema partî bê damezirandin kêmasî 12-13 parlementer ji AKPê îstifa dikin û dikevin nava partiya me de. Gelek kes di nava AKPê de ne rihetin û car cara rexna dikin, AKP wan kesan tehemûl nake û wam mecbûrê veqetandinê dike, ew jî dê berê xwe bidin partiya nû.

Herweha heman çavkanî îdia dike ku, dema partiya Davutoglu damezirêne bi awayek fermî bê ragihandin ne tenê ji AKPê ji partiyên din jî parlementer dê ji partiyên xwe îstifa bikin û bêne ba me.
Li gora hinek pisporên siyasî di vê mehê de bi damezirandina partiya nû, tewezina siyasî jî tê guhertin.

Back to top button