Polîtîk

Nabe guhertina destûrê li dijî mafê gelê Kurd be

Serok  Barzanî di derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û tê de got, nabe guhertina destûr li Iraqê bê sepandin û ferizkirina yan bi zorê bê kirin û herwiha di heman demê de jî nabe guhertina destûr bibe sedema paşvekêşiyê ji prensîpên demokrasiyê û herwiha paşvekêşiyê ji mafên gelê Kurd û pêkhatên din.

Daxûyaniya Barzanî:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandana hemwelatiyan, em gelek dilgiranin ji bo vê rewşa ku hatiye pêş û bi raya me ewê ku niha li holê daye ya îro nîne belku encam û komkerên şaşiyên panzdeh saleye. Xelk êş û janeke zêde kişandiye û hemwelatî mafê xwe ye daxwaza xwe hebê û nerazî bê. Ji bo wê yekê pêwîste gûh bidin daxwaziyên xelkê û bi tundutîjî û xwîn rêhtinê kêşe çareser nabin.

Li gel ewe da jî yek ji giriftên mezinê Iraqê bi cîh nekirina destûre. Eger destûr wekî xwe hatibûya bi cîhkirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku berê û niha jî hene. Ji aliyeke din ve sedema hûriya rewşa niha yasaya hilbijartine û ji bo nemana sedema giriftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhatan bê.

Di derbarê daxwaziyên li ser guherîna destûrê, bi raya nabê guherîna destûrê bê sepandin yan bi zorê bê û li heman demî de jî nabê guherîna destûr bibê sedema paşvekêşiya prensîpên demokrasî û her wiha paşvekêşiya mafên gelê Kurd û pêkhatên din. Bi piştrastiyê ve jî sîstema demokrasî zêdetir li berjewendiya xelkê Iraqe neku dîktatorî û hemû guhertinek jî pêwîste li çarçêweya yasa û mekanîzmên destûrê da bê.

Mesûd Barzanî
02.11.2019

Back to top button