Partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê divê gorî armanc û bûyeran siyaset biafrînin…

Li Bakûrê Kurdistanê partî û rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî  di pirsa PKKê de pir caran bêsiyaset in. Lewra di wê xalê de rîska siyasî heye. Partî û rêxistinên me an vê rîskê nagrin ser milên xwe, an jî di mijara PKKê de ne zelal in.

Îbrahîm GUÇLU

Bêguman partiyên siyasî, bi terîfek û wateyekê din jî febrîkaya siyasetê ye. Yanî divê partiyên siyasî siyasetê biafrînin. Ji derveyî siyasetê tiştekî biafrînin, ew nabin partiyên siyasî.

Her partiyek jî gorî bernameya xwe, gorî hişmandiya xwe ya giştî, gorî felsefeya xwe, gorî îdeolojiya xwe, gorî qerektera xwe ya temsîlê siyaset diafrîne.

Li welatê serdest û kolonyalîst û emperyalîst mîsyona partiyên siyasî cûda ye, mîsyona partiyên siyasî yên neteweyên bindest û kolonî cûda ye. Her partî gorî şertên welatê xwe siyasetê diafrîne.

Neteweya kurd, neteweyeke bindest û di şertên kolonî de jiyana xwe didomîne. Kurdistan jî welatekî kolonî û işgalkirî ye. Partiyên Kurdistanê jî, divê mîsyona xwe ya rizgarîxwaz, azadîxwaz pêk bînin. Gorî mîsyona xwe ya kurdpewer û Kurdistanperwer û rizgarîxwaz siyaseta xwe biafrîne.

Partiyên Kurdistanê gor armanca serxwebûna Kurdistanê, mafê çarenivîsiya neteweya Kurd divê siyasaeta xwe ya domdar, stratejîk biafrînin û bimeşınin.

Partiyên Kurdistanê girêdayî ev armanca stratejîk, divê di buyerên rojane de jî siyasetê biafrînin. Dema partiyeke Kurdistanê siyasetê neefrîne wê demê dibe, “partiyeke bêsiyasdet”.

Partiyên Kurdistanê, ji bona bûyerên girîng yên rojane siyaset afirandina wan jî gelek girîng e. Heger ji bona bûyeran, nêrînên giştî bînin ser zimên û diyar bikin, ew nabe siyaset.

Li vir divê siyaset jî bê terîf kirin: Siyaset, him çareserkirina pirsan e, him afirandina projeyên siyasî ye û him jî rêvebirina û îdarekirina welêt e.

Partiyên Kurdistanê, an jî beşekî partî û rêxistinên Kurdistanê di demên bihûrî de û bi taybetî jî di ev qonaxa em têde dijîn de, siyasetê neafirînin. Nêrînên giştî di bûyerên rojane yên stratejîk de pêkêş dikin. Ew jî nabe siyaset. Li hewirdora siyasetê gerandin dibe.

Li Bakûrê Kurdistanê partî û rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî  di pirsa PKKê de pir caran bêsiyaset in. Lewra di wê xalê de rîska siyasî heye. Partî û rêxistinên me an vê rîskê nagrin ser milên xwe, an jî di mijara PKKê de ne zelal in.

Di van rojên dawî de wek her demê li başûrê Kurdistanê xeterî û êrîşên PKKê zêde bûne. Girêdayî hebûna PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, operasyonên  Dewleta Tirk, di Dewleta Federe ya  Kurdistanê de xetertir bûye.  Loma di van rojan de helwest nîşankirin, girîng e. Di van şertan de divê partî û rêxistinên Kurdistanê siyasetê biafrînin, risk bigrin ser milên xwe, ji bona çareseriyê rê û rêbazekê nîşan bidin.

Hezar mixabin partî û rêxistinê Bakurê Kurdistanê wezîfeya (pêwira) naynê cîh. Siyaset û çareserî nafirînin, bi nêrînên giştî dixwazin mijarê paşguh bikin.

Di van rojên dawî de sê partî û rêxistinên Kurdistanê (PAK-PSK-PDK-TEVGER) di derbarê bûyerên li Başûrê Kurdistanê belavokek belav kirin, dema ku ez belavokê şirove dikim; ez dibînim ku her sê parrtiyên me siyasetek û çareseriyek neafirandine.   

Gelek aşkere tê ditin ku  ferqa vê beloveke her sê partî û rêxistinên Kurdistanê, belavokên wan ên berê tune ye.

Di belavokê de li hemberî PKK divê çi bê kirin tiştek nayê gotin. Wek her dem tê gotin ku PKK jidestkevtiyen mili û jî desthilatdariya Kurdistanê re rêz bigre.

Ev tespîta tişteki girîng tespît nake û ne siyaset e jî. Aşkere bûye ku PKK ji desthilatdarî, serwerî, partiyên Kurdistanê re, ji serokên Kurdistanê rêz nagre. Wan rewa qebûl nake.

PKKê bi her awayî li Kurdistanê destwerdanê dike. Gund û herêm dagirkirî heye. Nahelê ku gundî çandiniyê bikin. Ji gundiyan xerac digre. Zarokên gundiyan direvîne. Pêşmergeyan şehîd dike.  Di van rojên dawî de  grûbek PKKyî bi bomban hatin girtin û hat tespît kirin ku wan dixwest bendan/berejan biteqînin.

Tewanê PKKê nayên hejmartin. Duho jî li Sileymaniyê êrîşî peyamnêrên Kürdistan24an kirin. Derket holê ku ew Kurdên Bakur in.

Ew hemû kirinên PKKê û karên PKKê bi dehan salan diyar dike ku PKKê wek aparata dewletên kolonyalîst, taşeron, tîfaqkarê Haşdî Şabî, hêzeke nehiqûqî, terorîst, biyanî ye. Dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike.

Divê partî û rêxistinên Kurdistanê gorî van rastiyan û rewşa PKKê siyasetê tespît bikin, çareserî biafrînin û pêşkêş bikin.  

.

Partî û rêxistinên me vê yekê nakin, di belavokê de wek bi awayekî meşruiyeti didin hebûna PKK li Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Derbarê sedema operasyonên Dewleta Tirk de rola yekemîn ya PKK nayê dîtin.

Di van rojên dawî de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzani gelek vekirî diyar kir ku “eger PKKê li Herêma Federa ya Kurdistanê nebe, tu sedem tune ye ku Dewleta Tirk li Kurdistanê operasyonan bike.”

Divê partî û rêxistinên Kurdistanê gelek vekirî aşkere bibêjin ku hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne rewa ye û nehiqûqî ye. Hêzeke zarardayî ya Kurdistanê û gelê kurd e.

Divê bê diyar kirin ku PKK, xwediyê maf nîne ku li Herêma Federe ya Kurdistanê be.

PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê biyanî, ne legal, terorîst e.

Divê ji Kurdistanê derkeve.

Eger PKKê ji Kurdistanê dernekeve, mafê Hikûmeta Kurdistanê heye ku divê pêwistiyên siyasî, hiquqî, leşkerî û ewlakariyê wek dewletekê pêk bîne. Partî û rêxistinêm Kurdistanê  jî di vê biryarê re teref bin.

Her kurdek, rêxistin û partiyên Kurdistanê ji Hikûmeta Kurdistanê re piştgir bin.

Rîskan bigrin ser milên xwe

Diyarbekîr, 20. 05. 2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: