PolîtîkRojev

PKK bûye belayeka cîhanî

Çavdêrekî siyasî dibêje, êdî PKK ne tenê bo Herêma Kurdistanê lê bo cîhanê jî bûye pirsgirêk û mînaka vetokirina endamtiya Swêd û Fîlanda di NATO de ji aliyê Tirkiyê ve dide.

Welatên Swêd û Fîlanda duhî bi fermî daxwaz kirin bibin endamên NATO.

Helbet çendîn asteng li pêşiya endamtiya wan heye. Yek ji wan gefên Rûsya û ya din jî Tirkiye.

Li ser sebebên astengbûna Tirkiyê, çavdêrê siyasî dr. Aras Ebdullah ji BasNewsê re got, Tirkiyê yekser daxwaza endamtiya wan welatan di NATO de veto kir.

Dr. Aras Ebdullah her wiha got, çendîn şert û mercên Tirkiyê hene lê yek ji wan mercan ew e ku nabe ew her du welat piştevaniya PKKê bikin.

Wî çavdêrê siyasî her wiha got, wan welatan bi eşkere gotine ku ew PKKê wek rêxistineka terorîstî dibînin lê xuya ye Tirkiye vê yekê kêm dibîne. Tirkiye ji wan welatan dixwaze tevahiya çalakiyên PKKê bidin sekinandin û qedexe bikin.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, ev pêşhatên han nîşan didin ku êdî PKK ne tenê bo Herêma Kurdistanê bo cîhanê jî bûye pirsgirêk û serêşe.

Back to top button