Polîtîk

Parlementoya Kurdistanê civiya

Wek ku berê jî hatibû biryardan îro parlementoya Kurdistanê ji bo serok û cîgirê serok bête hilbijartin civîya.

Di civînê de hemû partiyên ku di parlementoyê de têne temsîlkirin amade bûn.

Ji bo serokê parlementoyê ji Tevgera Goran Yusif Mihemed û herweha ji bo cîgirê parlementoyê jî ji PDKê Cafer Eminki bûye kandîdat. Niha parlementer dengên xwe didin û di encama dengdanê demek nêzîk tê kifşkirin. Pîştî encam eşkere bibe dê serok û cîgirê serokê parlementoyê sund bixwin û dest karê xwe bikin.

Back to top button