Eger YNK beşdarî hikûmetê nebe, mafê wê yê hebûna dezgehên dijî teror, asayiş û pêşmergeyan namîne û li gor hinek çavkaniyan, eger heye ku ew hêz ji YNK’ê bên standin.

Doh dengdana taybet ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraq û Herêma Kurdistanê birêve çû, li gor zanyariyên komîsyona hilbijartinan, rêjeya dengdanê li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê ji sedî 95 zzêdetir bû, lê astê beşdariya hevwelatiyên li derveyî Îraqê bi awayekî berçav nebû, ji 700 hezar kesên li derveyî Îraqê ku xwedî mafê dengdanê bûn, ji xeynî Amerîka û Canadayê, tenê 120 hezar kes beşdarî hilbijartinan bûn.

Di heman demê de pêkanîna kabîneya heştem hikûmeta Herêma Kurdistanê bi encama wan hilbijartinan ve hatiye girêdan, YNK li benda hejmara kursiyên partiya xwe ye li encûmena parêzgehan û Parlamentoya Îraqê, lê di hemû egeran de YNK nikare beşdarî vê kabîneyê nebe.

Li gor zanyariyên BasNewsê, YNK nikare beşdarî hikûmeta nû nebe, ji ber eger beşdar nebe YNK nikare li derveyî hikûmetê pêşmerge û dezgehê dijî teror û asayişê birêve bibe û tê texmîn kirin ku piştî hilbijartinan beşadarî hikûmeta koalîsyon bibe.

Li gor hinek çavdêrên siyasî, YNK bi xwe dixwaze bi derengî beşdarî hikûmetê bibe û bi vê re hem dengên zêdetir bi dest bixe û îmtiyazên zêdetir verbigire. Herwiha dixwaze Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî razî bike da nekevin jêr barê rêkeftina PDK û Tevgera Goran.

Di vê derbarê de Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd ji BasNewsê re got ku ew dê wek fraksyona kesk beşdarî rûniştina parlamentoyê bibin ku wê desteya serokatiyê bê hilbijartin û di civînê de dxwedî helwest bin. Salar eşkere kir ku heta niha ligel PDK’ê rênekeftine û nizanin di egera beşdarîkirina di hikûmetê de, postê cêgirê serok an sekreterê parlamentoyê didin wan an na.

Ji aliyê din li gor hin çavkaniyên navxweyî yên di nav Tevgera Goran de, dibe ku Noşîrwan Mistefa Heval Ebûbekir neke parêzgarê Silêmaniyê. Li gor wan çavkaniyan, bi baweriya Noşîrwan Mistefa, YNK di rewşa heyî de hesabê kesên wek Behroz Heme Salih nake ku wan bi xwe daniye, di wê rewşê de dê çawa qebûl bikin biçin jêr desthilata Heval Ebûbekir.

Hêmin Salih/Bas

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: