Polîtîk

PDK: Nûçeyên derew xizmeta dijminên Kurdan dikin

      
Derbarê ew xendeqa ku di navbera Herêma Kurdistanê û RojavayêKurdistanê hatiye kolandin, rojnameya “Hawlatî”idîa dike ku qaşo belgehekî veşartî ya wezareta derve ya Tirkiyê bi dest xistiye û ew belgeh belav kiriye ku di dawiya wê de hatiye: “Hawlatî nikarî bi temametî rastiya belgehê piştrast bike”.
Piştî rojnameya Hawlatî, rojnameya “Kurdistamî Niwê”û malpera “PUKmedia”jî ew belgeha han belav kirine û diyar kirine ku jêdera wê belgehê Hawlatî ye, lê amaje bi gotina Hawlatî nekirine ku dibêje “Hawlatî nikarî bi temametî rastiya belgehê piştrast bike”.
 
Di dema borî de, Serokê hikûmeta Herêmê û PDKê û cihên kar bi dest bi rûn û eşkere diyar kirin ku ew xendeq ji aliyê hikûmeta Herêmê ve bo mebesta parastina asayişa Herêmê û jiyana hemwelatiyan û bo rawestandina qaçaxçiyêtiyê, hatiye kolandin, û eger pêwîst be ji bêtir zêdetir bo parastina herêmê dê bike.
 
Lê mixabin Rojnameya Hawlatî û Kurdistanî niwê û malpera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, ji bo hinek mebestên, ku qet ne   xizmetê dighînin dîmokrasiyê û vekirina siyasî û yekrêziya nav mala Herêma Kurdistanê û ne jî tu xizmetê dighînie perjewendiyên bilind yên niştîmanî, eve jî bi rêya belavkirina belgeheke pişt ne rast kirî.î
 
Em li vêde prsiyarê ji rojnameya Hawlatî dikin: Hûn belgehekê belav dikin ku gelekî veşartiye û ya  dewletekê ye; Ma eger wisa nihênî û veşartiye, çawa ev belgeheye ket destê we de. Ev nûçe û raportên derew û dûr ji rastiyê tenê xizmeta siyaset û sitratîjiyeta neyarên Kurdan dikin.
 
Diyare ku we gelekî hewil daye ku rastiya vê belgehê derxînin, lê we nikariye bi temamî rastiya vê belgehê piştrast bikin, başe we bi çi îtîkîtî rojnamegeriyê ew belgeh belav kiriye? Ev çi exlaqe û çi rastgoyekî mîdiyayî ye ku belgehekê pir derew û tevliheviya neteweyî û siyasî û dûr ji rastiyê belav bike?
 
Pirsyara me “Kurdistanî niwê”û “PUKmidia”re, hûn dezgehekî hizbekê ne, çima hûn raportekê dûr ji rastiyê belav dikin bê ku hûn ji rastiya wê piştrast bibin? Gelo hûnê bi vê rêyê dengên alîgirên xwe di helbijartinan de zêde bikin?
 
Carek din em bo xelkê Kurdistanê diyar dikin ku kolandina xendeqê, karê dezgehên asayiş û leşkerî ne, û PDKê bi tundî pştgîriyê li her gavekê dike ku armanca wê parastina asayişa Herêma Kurdistanê ye.
 
Dezgeha Roşenbîriyê û Ragehandinê
Partiya Demokrat a Kurdistanê

28/4/2014

Back to top button