Parlementoya Ewropayê biryara sekinandina gotubêja da…

Parlamentoya Ewropayê rapora sekinandina gotûbêjên ji bo endamtiyaTirkiyê pejirand.

Parlamentoya Ewropa, raporta di derbarê sekinandina gotûbêjên ji bo endamtiya Tirkiyê pejirand.

Raporta Tirkiye ji aliyê parlamenterê Îspanî yê parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amade kirin, ev rapor bi hejmarek zêde ya dengan hate pesend kirin. Di dengdana raporê de 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.

Di  raporê  de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatin kirin û tê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekitiya Ewropayê dûrketiye û têra xwe giringiyê nade Pirsa Kurd.

Di beşa pêşniyaran ya raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya   Tirkiyê li beramber her cureyên çalakiyên aşitiyane yên Kurd û Elewiyan bi awayek sîstematîk guvaşê dike.

Her di wê raporê de hate diyarkirin ku pêwîst e doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ku 3 polîs ji ber tên darizandin, bi awayek bê alî bê dîtin û tawanbar bên cezakirin.       

Herî dawî di raporê amaje bi erişên tevgera nijadperest ya Tirkan ku weke “Gurên Boz” tên navbirin yên li dijî Kurd, Elewî û Yunaniyan hat kirin û hate xwestin ku ev tevger li lîsteya rêxistinên terorî bê zêdekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryarê nîşan da û  got “Di serdemeke ku hewlên başkirina peywendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya  Perlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûr, ne pêkan e.”

Nerîna min :