Polîtîk

Parlementerê PDKê: Tenê kartek di destê Kurdan de maye ew jî xwe vekişandina

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Rênas Cano got: “Tenê kartek di destê Kurdan de maye ew jî xwe vekişandina ji pêvajoya siyasî ya Iraqê ye.”Piştî ku Parlamentoya Iraqê bêyî beşdarbûna Kurdan yasaya butçeya giştî ya Iraqê pesend kir, Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Tenê kartek di destê me de maye ew jî vekişandina ji pêvajoya siyasî ya Iraqê ye.”Cano da xuyakirin, ku di komîsyona darayî û herwiha di parlamentoyê de guh nedane daxwazên Kurdan û bêyî minet yasaya butçeyê derbas kirine û got: “Diyare ku ne amade ne daxwazên Kurdan cîbicî bikin. Ji bo em li hember gelê xwe şermezar nebin tenê riyek heye ew jî em xwe ji vê pêvajoyê vekişin.”Yasaya butçeya Iraqê ya sala 2018ê ji 58 xalan pêk tê. Xalên 9 û 10 bi taybetî li ser diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ne lê bêyîğ razîbûna Kurdan hate derbaskirin.Pişka Kurdan berê %17 bû lê di vê yasayê de ji bo %12.6 hate kêmkirin.Butçeya giştî ya Iraqê ji bo sala nû 104 trîlyon û 158 milyar dînar e. ji vê butçeyê ji Kurdistanê re 6 trîlyon û 597 milyar dînar hatiye terxankirin. Serokomarî, Serwezîrî û Serokatiya Parlamentoyê biryar dabûn trilyoneke din li ser pişka Kurdistanê were zêdekirin lê parlamentoyê ev yek jî zêde nekir.Kurdan di dema amadekirina projeyasayê de 3 daxwaz pêşkeş kiribûn.Ya yekemîn dixwestin pişka Kurdistanê ji %12.6 bibe %17. Lê ev yek nehate cîbicîkirin. Daxwaza duyemîn a Kurdan ew bû, ku amaje bi navê Herêma Kurdistanê were kirin û ev daxwaz pêk hat.Herwiha sêyem daxwaza Kurdan diyarkirina mûçeyên pêşmergeyan bû. Ji bo pêşmerge mûçeyeke taybetî nehate veqetandin lê weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê amaje hate kirin û di yasayê de cîh girt.

Back to top button