Polîtîk

Parlementerê Kurd yên AKPê wezîrê hundir naxwazin

Ji parlementerên Kurd yên di nav AKPê de siyasetê dikin, raporeke wek ji wezîrê hundir re bersiv be hat.  Di raporê de tê xwestin ku Îdris Naim Şahinê ku di partiyê de bûye sedema qrîzê, ji peywirê were girtin û di mijara qetliama Roboskiyê de jî samimîyet bê nişandan.

Dîsa di raporê de ji bo pêşniyara BDPê a
xweseriya demokratîk jî, li ser modeleke rêvebiriya herêmî a xûrt disekinin. Derheqê wezîrê hundir de tê gotin ku, “hişyar kirin bes nake, an bila îstifa bike an jî ji peywirê bê girtin.”

Rapor, li ser talîmata Erdogan, parlementerên Kurd yên AKP’yî, li bajarên Kurdan qasî 2 hefta xebatek meşandin. Parlementera di maweya 2 hefte de ligel partîvanên xwe, bi saziyên sivîl, weqif, komele, sendîka û gellek kesayetan re hevdîtin kirine. Parlementera, piştî du hefta notên ku girtine anîne cem hev û rapor amade kirine.

Di raporê de xala yekem qetlîama Roboskiyê ye. Ji bo qetlîamê wiha tê gotin, “Roboskî ji bo hikumetê ezmûna samîmiyetê ye.”
Bi zimanê zikmakî perwerdehî jî di raporê de cih digre. Dîsa tê xwestin ku modeleke ku dişibe pêşniyara BDPê a xweseriya demokratîk li herêmê were sepandin û rêvebiriya herêmî were xûrtkirin.    

Back to top button