Polîtîk

Barzanî salvegera Şoreşa Gulanê pîroz kir

Bi minasebeta 36 mîn salvegera Şoreş a Gulanê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî daxûyaniyek belev kir.

Ev deqê daxuyaniya serokê Kurdistanê ye:

 

 

 

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta 36mîn salvegera destpê kirina Şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulana pîroz silav û rêzeke bêdawî tevahiya wan pêşmergeyên can li dest û cesûr û çavnetirs dikim ku, rola wan di nava vê Şoreşa tê jî ji berhem ya Gelê me de hebûye, ev Şoreşa han weke berdewamiya Şoreşa Eylûla mezine ku, di bin siya Şîretên Barzaniyê Nemir ve hatibû destpêkirin.

Hertim zindî be ev bîranîna pîroz û pirşiku, silav û rêz jî ji bo canê yekem Şehîdê Şoreşa Gulanê Seyêd Ebdulah û tevahiya Şehîdên vê Şoreşê û Şehîdên Kurd û Kurdistanê, malbetên serbilind yên wan û tevahiya Gelê Kurdistanê ku, hertim piştîwanê Şoreşê bû.

 

Mesûd Barzanî

25.05.2012

 

 

 

 

 

 

Back to top button