Cîhan
Lu Surî 131 kes hatin kuştin

Doh roja Înê li tevatiya Suriye û Kurdistanê xwepêşandan berdewam bûn.Li gora agahdariyên ajansên biyanî û herweha çelekvanên siyasî li Suriye radigihînin, wek hercarê hêzên çekdarên rejima Esad bi tundî şerê xelkê kir û êrîşê dijwar birin li ser xwepêşandanan.
Li gora agahdariyan doh 131 kes ji aliyê rejimê ve hatine kuştin. Ji van 80 insan li bajarê Homsê li navçeya Holê ji aliyê hêzên rejimê bo komî hatine kuştin. 43 kes jî li deverên din yên Suriye hatine kuştin. Li gora agahdariyan li Hemayê 15 kes, li Helebê 10 kes, li Derea 6 kes, li Şamê 4 kes û li homsî jî kuştî hene.